Hevdîtinên li Îmraliyê Perwer û Tatlises li hev anî
Hevdîtinên di navbera Hikûmeta AKP’ê û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de destpê kirin, hunermendên kurd ên ji hev zêde hez nedikirin jî tine gel hev. Hunermendê kurd Şivan Perwer ku beriya niha digot bila hunermend jî dest bavêjin pêvajoyê, piştgirî da hevdîtinên li Îmraliyê. Şivan Perwer ê ji bajarê Rihayê ye, heta niha hemşeriyê xwe Îbrahîm Tatlises rexne dikir. Perwer tevlî bernameyek televîzyoneke bû û nêrînên xwe yên der barê hevdîtinan de anîn ziman. Perwer wiha got: "Li gorî nêrîna min, pêwîst e ev hevdîtin zû de destpê bikirana. Bi derengî jî ket. Ev mesele, birîna Tirkiyê ye. Heta niha min digot bila Îbrahîm Tatlises çanda xwe ji bîr neke, bila stranên bi kurdî bêje. Min ew her tim rexne dikir. Ger ku Îbrahîm tiştên xweş dibêje, êrîşên li hemberî wî pir şerm e li gorî min. Ger ku Îbrahîm behsa vê yekê dike, divê bê pîrozkirin. Pêwîst e hemû hunermend piştgiriyê bidin wî.”
Rudaw
