Çalakvanên kurd banga deranîna Artêşa Azad ji Serêkaniyê kirin
Li gorî ku di banga çalakvanan hatiye, bajarê Serêkaniyê û hemû bajarên kurdan bi awayekî niştîmanî, şarewer û rizgarîxwaz tevlî şoreşa azadiyê bûne û daxwaza rûxandina rejîma Esed kirine. Lewra bêdengiya Hemahengiyê ya derbarê vê pirsgirêkê tê wateya pejirandina kiryarên wan ketîbeyên li Serêkaniyê bajarê ku kurd, ereb, aşûrî, ermen, tirkmen, misilman, fileh û êzdî tê de li gel hev dijîn.
Derbarê vê bangê de rojnamevan Mihyedîn Îso ji Rûdawê re ragihand ku ji hêzên rikberiya Sûriyê tê xwestin ku zextê li wan ketîbeyên derbasî SerêkKaniyê bûne, bikin û wiha got: "Ji bo xelkên bajêr karibin vegerin malên xwe û jiyan vegere bajêr. Nemaze demsala zivistanê gelekî sar e û ev welatiyên li Tirkiyê şerpeze bûne, ti cihekî hêmin ji wan re nîn e“.
Hinek ji kesên ev bang kirine evin; Mesûd Iko, Dilxwaz Behlewî, Dara Ebdellah, Mihydîn Îso, Serdar Mele Derwîş, Meksîm Îsa, Hesen Kamil, Mamo Elo, Ibrahîm Zoro, Kadar Şêxmûs, Zara Seyda, Ciwan Hesan, Ciwan Merhî û gelek kesên din.
