‘5 hezar çekdarên Iraqî li dijî rejîma Sûriyê şer dikin’
Navenda Kuyliyamî ya Brîtanî ya ji bo nehiştina terorê, di raporeke xwe ya nû de wiha dibêje: “Rêxistina Cebhet el-Nusre ku li dijî rejîma Sûriyê şer dike, 5 hezar leşkerên wan hene û endamên grûbên çekdar ên Iraqê ne. Herwiha peywendiyên wan ligel dewleta Îslamî û şaxê rêxistina El-Qaîde li Iraqê heye.”
Heman navend di berdewama raporta xwe de wiha radigihîne: “Metirsiyekî zêde li holê heye ku piştî hilweşandina rejîma Beşar Esed pirsgirêk mezin di navbera Cephet el-Nusre û grûbên din ên Sûriyê de serî hilde.”
Rapor wiha didome: “Cephet el-Nusre yek ji grûbên degmen (grûbên kêm car tê dîtin) ên opozisyona Sûriyê ye ku li ser bingehê îdeolojiya cîhadî li dijî rejîma wî welatî şer dike. Di demek ku grûbên din ên opozisyona Sûriyê bi armanca bidestxistina gûhertinên siyasî li dijî rejîma Beşar Esed şer dikin. Rêxistina Cephet el-Nusre peywendiyekî baş ligel çend grûbên çekdar ên girêdayî berpirsê berê yê rêxistina el-Qaîde ku sala 2000’an li Iraqê dirûst bûyî heye.”
Navenda Brîtanî di rapora xwe de wiha dibêje: “Cephet el-Nusre rawêja stratejî û îdeolojî bi rêxistina dewleta Îslamî ya Çekdar li Iraqê datîne, ev jî şaxê rêxistina Qaîde ya li Iraqê ye. Ne dûr e ku Cephet el-Nusre di demekî nêzîk de xwe wekî şaxê Qaîde yê li Sûriyê bide naskirin.”
Meha borî wezareta parastinê ya Amerîka rêxistina Cephet el-Nusre ya Sûriyê xist nav rêxistinên ‘Terorîstî’ û wekî rêxistinek girêdayî Qaîde bi nav kir.
Rudaw
