Newşîrwan Mistefa: Em naxwazin YNK parçe bibe
Rojnameya Hawilatî ya li Başûrê Kurdistanê tê weşandin nivîsand ku di civîna roja Duşemiya borî ya di navbera hevjîna Serokomarê Iraqê Celal Talabanî û Endama Polîtburoya YNK’ê Hêro Îbrahîm Ehmed û Serkirdeyê Tevgera Goran Newşîrvan Mistefa de li ser navê tevgerê Mistefa gotiye ku daxwaza wan ew e ku YNK di nebûna Talabanî de jî yek parçe bimîne û hêza xwe biparêze.
Li gorî rojnameya navborî radigihîne, di civîna navbera her du aliyan de qala rêkeftina navbera Goran û YNK’ê de hatiye kirin, her wiha daxwaza daxwaza asayîkirina pêwendiyên her du aliyan hatiye kirin.
Roja Duşemiya borî Serkirdeyê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa bi tenê serdana Endama Polîtburoya YNK’ê Hêro Îbrahîm Ehmed kiribû. Piştî civînê her duyan ji çapemeniyê re hatibû daxuyandin ku di civînê de li ser rewş û tenduristiya Serokomar Talabanî yê ku niha li Almanyayê li jêr çavdêriya 24 saetî ya bijîşkan e, hatiye axivîn.
Rudaw
