Artêşa Azad serê ciwanekî Kurd jê kir
Li gor nûçeyan, ciwanê yê bi navê Kurd Hesen Mistefa dema ku ji xizmeta leşkeriya Sûriyê direviya, Ketîbeya Qureyîş a ser bi Artêşa Azad ve li bajaroka Meskene a ser bi bajarê Heleb`ê ve pasa ku ew têde bûn rawestand û ew digel 4 hevalên wî kuştin.
Mistefa Mistefa bavê Hesen Mistefa got: Kurê min 2 sal û 8 heyv in xizmeta artêşa Sûriyê dike, dema ku em ji bajarê Şam`ê vedigeriyan li bajaroka Meskene pasa me ji aliyê Ketîbeya Qureyîş a ser bi Artêşa Azad ve hat ragirtin û kurê min daxistin xwarê û gotin Kurê te di destên bi ewle de ye.
Mistefa weha pêda çû, piştî ku ez vegeriyam Kubanî min hewl da ku bi alîkariya çend kesan wê arîşeyê yek alî bikim, lê piştî ez vegeriyam Meskene endamekî bazgehekê ji min re got: Li wir 2 term hene çê dibe ku ye yê te be di encam de a]ker b[ ku wê ketîbeyê serê kurê min jê kiriye.
Hêjayî gotinê ye ku, Hesen Mistefa roja (15.10. sala1990`an) li bajarê Kubanî a Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Xendan
