• Monday, 09 February 2026
logo

Wezîrê Navxwe Û Pêşmerge Bi Heyeteke Amerîkayî Re Civiyan

Gulan Media January 8, 2013 Nûçe
Wezîrê Navxwe Û Pêşmerge Bi Heyeteke Amerîkayî Re Civiyan
Evro her du Wezîrê navxwe û Pêşmerge yên Hikûmketa Kurdistanê li Hewlêrê de bi Berpirsê nivîsgeha emnî ya Amerîkayê ya li Îraqê re civiyan.

Di hevdîtineke de ku, hijmareke din ji Rayedarên Wezareta Pêşmerge jî tê de beşdarbûn, her du aliyan rewşa Deverên Kurdistanî yên ji derveya Kurdistanê nirxand û behsa rewşa leşkerî û tevgerên leşkerî li wan Deveran de kirin.

Wezîrê Pêşmerge û Navxwe behsa helwesta Hikûmeta Kurdistanê ya li hember wan bûyer û pêşhateyên han ji heyeta mêwan re rave kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku, pêwîste rewşa tenahî ya wan Deveran were parastin.

Li hember de jî heyeta Amerîkayî helwesta aştiyane ya Hikûmeta Kurdistanê bi girîng wesif kir û hêvî xwest kêşeyên heyî bi rêyên aştiyane werin çareserkirin.
Top