Wezîrên Kurd Û Lîsteya Îraqiye Civîna Civata Wezîran Baykut Kirin
Her çend ev civîna han ji aliyê Wezîrê Kurd û Wezîrên ser bi lîsteya Îraqiye ve hatiye baykutkirin lê di vê civînê de bi mebesta nirxandin û cîhbicîh kirina daxwazên welatiyên Xwepîşander biryar hate dayîn daku, komîteyeke hevbeş bi Serokatiya Cîgirê Serokwezîr û endamtiya her yek ji Wezareta dad, Parastin û mafên mirovan were pêkanîn.
Li hember de jî Wezîrên Kurd eşkere kirin ku, jiber cîhbicîh nekirina sozên ku, ji Hikûmeta Kurdistanê re ji aliyê Malikî ve hatine dayîn me ev civîna han baykut kiriye.
Herwiha Wezîrên ser bi lîsteya Îraqiye jî bi mebesta şermezar kirina êrîş kirine ser nivîsgeha Wezîrê Darayî ev civîna han baykut kirine.
