• Monday, 09 February 2026
logo

'Li Mûsilê û Diyale PDK û YNK dê hilbijartinan rêve bibin'

Gulan Media January 8, 2013 Nûçe
'Li Mûsilê û Diyale PDK û YNK dê hilbijartinan rêve bibin'
Berpirsê karûbarên hilbijartinan ê Partiya Demokrat a Kurdistanê, Xesro Goran diyar kir ku li parêzgehên Mûsil û Diyale dê hilbijartin ji aliyê PDK û YNK ve bê birêvebirin.

Berpirsê karûbarên hilbijaritinê yê PDK, Xesro Goran li bara biryara Hevpeymaniya Birayetî û Pevrejiyanê yak u “li her parêzgehekê partiyeke kurdî dê karûbarên hilbijartinên encumenên parêzgehan birêve bibe” ji Rûdawê re axivî.

Goran diyar kir ku li gorî vê biryarê li parêzgehên Mûsil û Diyale dê PDK û YNK serperstiya hilbijartinan bikin lê heta niha tevgera Goran helwesta li ser vê yekê zelal nekiriye.

Xesro Goran da zanîn ku duh (07.01.2013) hevpeymaniya birayetî û pevrejiyanê ku ji 8 partiyên Kurdistanî pêk tê, navên namzedên xwe diyar kirin û şandin komîsyona hilbijartinan a Iraqê re û wiha axivî:

“Her wiha biryar hat dayîn ku li her parêzgehekî nûnerê partiyekê bibe berpirsê karûbarên hilbijartinên wê parêzgehê.”

Li gorî agahiyên Xesro Goran, PDK li Mûsilê, YNK li Diyale, Yekgirtû li Bexdayê, Komel li Selahedînê û partiya sosyalîst jî dê li derdora Bexdayê bibin berpirsê karûbarên hilbijartinên parêzgehan.

Hevpeymaniya birayetî û pevrejiyanê ji PDK, YNK, Komela Îslamî, Yekgirûta Îslamî, Partiya Zehmetkêşan, Partiya Sosyalîst a Demokrat, Tevgera Goran, Partiya Komonîst pêk tê û bi hev re beşdarî hilbijartinên parêzgehên Iraqê bikin.

Rudaw
Top