Dîwana Serokatiya Kurdistanê: Ti Sînurekî Navbera Başûr Û Rojawa De Nehatiye Daxistin
Di beşeke din ji vê daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku, ev demeke ku, hin navendên ragihandinê li gorî bernameyeke amadekirî dest bi belav kirina hin nûçeyên dûr ji rastî di derbarê daxistina deriyên Sînur di navbera Başûr û Rojawayê Kurdistanê de dikin, ev nûçe û raporên han şaş û nerastin û xizmeta hin ecendayên Neyarên yekrêziya nav mala Gelê Kurd û yekîtiya netewiya Gelê Kurd dikin û planeke li dijî bidest xistina mafên Gelê Kurd li Sûriyayê û lawaz kirina doza netewî ya Kurd a li Sûriyayê de û herwiha nedîtina hewldanên berdewam yên Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bo piştgîrî kirina birayên xwe yên li Rojawayê Kurdistanê deye.
Her di destpêka destpê kirina bûyerên Sûriyayê de birêz Serok Barzanî tevahiya hewldanên xwe bi tevger kir û hewl da daku, tevahiya part û aliyên siyasî yên Kurdî li Rojawayê Kurdistanê de yek deng bin û bi yekgirtî tevbigerin û bibin xwedan gotareke demokratîk ya netewî û li gorî berpirsiyartiya netewî li hember pêşhatên heyî tevbigerin.
Nimûneye wan hewldanan jî li dar xistina konferansa part û aliyên siyasî yên Rojawayê di Meha yek ya sala 2012an li Hewlêrê deye û pişt re jî Serok Barzanî bi her awayî bo yek xistina nav mala Kurd û yekdeng kirina part û aliyên siyasî hewldanên xwe bi her awayî domandiye û di encam de jî civata bilind ya Kurdî hate damezrandin.
Bi fermana Serok Barzanî tevahiya dezgehên Hikûmeta Kurdistanê hatine erkdarkirin daku, bi abştirîn rêbaz pêşwaziya Penaberên Rojawayê Kurdistanê bikin, û li gorî amarên dawî niha li Kurdistanê de zêdetir ji 60 hezar Penaberên Rojawayê Kurdistanê hatine bicîhkirin.
Her çend di navbera Başûr û Rojawayê Kurdistanê de ti deriyeke fermî tuneye lê ev deriyên ku, hene û mirov dikare wan bikar bîne di bin destê Hikûmeta Navendî dene, rêrewa Xabûr rêya taqane ya di navbera Başûr û Bakûr deye û ti kes nikare bi maşîn li vê rêya han derbas bibe û jiber rûbara Dîcleyê hatûçû bi rêya belem û keştiyan tê pêkanîn, hevdem ligel ev astengiyên han jî hertim deriyên Kurdistanê bo birayên me yên li Rojawayê vekirî bûne û hatina rojane bi sedan kes îsbata herî baş ya vê yekê ye.
Hinek ji wan mîdiya û kanalên ragihandinê daxuyaniyên hinek ji Berpirsên siyasî yên li Rojawayê Kurdistanê jî li ser wan tiştan belav dikin û ev di demekî deye ku, rojane ev Berpirsên han û bi dehan kadroyên partiyên wan jî bi rêya heman rêrewan hatûçû dikin û ev jî belgeyeke dine bo nerast bûna wan nûçeyan.
Her di vê çarçoweyê de Serok Barzanî aliyên têkeldar erkdar kir daku, di navbera Başûr û Rojawayê Kurdistanê de kopriyek çê bikin daku, hatûçûya wan welatiyan asan bibe, lê Hikûmeta Bexdayê bi tundî pêşiya vê hewldana han girt û hêzeke zêde ya leşkerî şande Deverê û aloziyeke mezin jî jiber vê yekê derket û kêm mabû ku, şereke giran jî destpê bike.
Her li ser daxwaza Serok Barzanî di civînên xwe yên bi part û aliyên siyasî yên Rojawayê Kurdistanê de Serok Barzanî pêşniyar kir daku, tevahiya part û aliyên siyasî yên Rojawayê Kurdistanê saziyek weke saziya Xaça Sûr bi hevbeşî dabimezrînên daku, tevahiya hevkariyên heyî bi rêya vê dezgeha han ji tevahiya Kurdên Rojawayê re werin pêşkêşkirin lê mixabin hin ji aliyên siyasî yên Rojawayê Kurdistanê bi ti awayî naxwazên karên hevbeş bikin lewre damezrandina vê dezgeha han jî nehat bicîh anîn.
Her li ser fermana Serok Barzanî Hikûmeta Kurdistanê û aliyên têkeldar hatine erkdarkirin daku, rêyek baş bibînin bo dabîn kirina pêdeviyên sereke yên jiyanê û herwiha gehandina petrol û cureyên din yên sûtemenî di demsala zistanê de bo birayên me yên li Rojawayê Kurdistanê de.
Lewre em hevdem ligel red kirina ev nûçeyên han yên di derbarê daxistina Sînuran de daxwaz ji tevahiya sazî û dezgehên medenî dikin ku, bo xwe biçin û serdana wan Deveran bikin daku, bi çavên xwe rastiyan bibînin.
