Bahçelî navê Erdogan kir ‘Recep Tayîp Ocalan’
Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî îro di civîna koma partiya xwe ya li parlamentoya Tirkiyê nerazîbûn li hemberî hevdîtinên hikûmet, MÎT û dewletê yên ligel Ocalan nîşan da.
Devlet Bahçelî got ku Erdogan ketiye bin bandora Ocalan û li pey wî ketiye. Bahçelî bi heqaretan wiha domand: “Serokwezîr (Erdogan) bi kujerê Îmraliyê, çeteya wî ya li Qendîlê û serpêşmerge re li ser maseya bazarê rûniştiye. Bi vî awayî li ser dahatuya neteweya Tirk xumarê dileyîze... PKK’ê lêda, AKP temaşe kir. PKK êriş kir, AKP ecêbmayî ma. PKK bombebaran kir, AKP tewişî...”
Serokê MHP’ê destnîşan kir ku wê Tirkiyê gav bi gav parçe bikin û wiha got: “Derewkar li ser kar in. Hewl didin ku hevdîtinan bê guneh nîşan bidin. Ne fikirîne wê hesabên wan ji aliyê MHP’ê ve bên têk birin. Lê hê şansekî wan heye. ‘Recep Tayîp Ocalan’ û ‘Abdullah Ocalan’ li hev kirin, ma gelo emê li hemberî vê yekê serî bitewînin?”
Rudaw
