Mehmûd Osman: Gerek Berî Guft û Goyan Ocelan Bihê Azadkirin
Endamê encûmena nûnerên Iraqê Mehmûd Osman ê ku ser bi hevpeymanîya Kurdistanî ve ye li ser tora komelayetîya Facebookê nivêsîye, ji bo peydakirina çareseriyek aştîxwazane ji bo pirsa Kurd li Kurdistana Tirkiyê, hinek berpirsên Hikûmetî li Ankara gotûbêjan ligel Ebdulah Ocelan di girtîgehê de lidar dixin. Em di demekê de ku hêvî dikin ev hewil û gavên han bigîjin encamek erênî, li heman demê de bawer dikin ku gotûbêja micid hewce ye bo azadkirina Ocelan bê kirin beriya ku gotûbêj ligel Ocelan û berpirsên din yên Kurd bê kirin ji bo pirsa Kurd, ji ber ku hemû gotûbêjek di demekê de ku Ocelan di girtîgehê de ye, zêdetir ji bo hikûmeta Erdogan bi mifah û bi sûd e nek ji bo pirsa Kurd; her wek berê ku em şahîd bûn.
Hewce ye PKK û Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) jî vê nerînê bi girîng bizanin û liberçav bigirin.
