Birayekî Talabanî: Mam Celal ta 6 rojên din dikare baxive
Birayê Talabanî, Şêx Cengî Talabanî piştî zêdetirî du heftiyan behsa tendirûstiya birayê xwe kir û ji Rûdawê re got: “Tevî ku tendirûstiya Mam Celal baş bûye, lê pijîjk rê nadin ku axaftin ligel bê kirin. Li gor rapora pijîjkan, heta 6 rojên din dikare baxive û xelk bibînin."
Di vê derbarê de çavkaniyek agehdar ku nexwest navê wî bê belavkirin, eşkere kir ku Talabanî wê heta 3 rojên din ji çavdêriya beşa lezgînî veguhêzin beşa tedawiya fîzîkî.
Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm ku bi xwe li Bexdayê serpereştiya tîma pijîjkî ya Talabanî kiribû û demekê jî li Almanya ligel bû, amade nebû behsa hurîtiyê tendirûstiya Talabanî bike. Dr. Necmedîn got: “Em ji tendirûstiya Mam Celal razî ne û ji rewşa metirsiyê rizgar bûye. Lewra em behsa hûrîtiyê tendirûstiya wî nakin.”
Dr. Necmedîn di berdewama axaftinên xwe de ji Rûdawê re wiha got: “Niha çavê Mam Celal vekiriye û tevger dike. Serdankirina wî jî peywendî bi pijîjkên wî û xêzana wî ve heye.”
Hevsera Talabanî Hêro Îbrahîm Ehmed piştî vegera ji Almanya wiha gotibû: “Niha rewşa tendirûstiya Mam Celal pir başe û bi wê yekê keyfxweş in ku bi berdewamî ber bi başbûnê ve diçe. Delîlê îspatkirina gotinên min, vegea min a bo Kurdistanê ye. Pijîjkên serokomar di nava çend rojên borî de ji me re gotin ku divê birêz serokomar ji beşa çavdêriya hûr bê derve û biçe di beşa çavdêriya fîzîkî de, lê me bi xwe destûr neda vê yekê û me red kir.”
Tevî vê keyfxweşiya derbarê tendirûstiya Talabanî de, lê hê ne diyare gelo piştî vegerê dikare erkên xwe wekî serokomar û sekreterê giştî yê YNK’ê berdewam bike yan na. Ev jî dergehê texmîniyan vedike ku eger nekarî, wê kî cihê vî postî dagire. Di demekê de hinek wisa ji wan re derdikeve ku postê serokomar wernagire. Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi awayekî yekalîkirî diyar dike ku ew post mafê kurdan e.
Çavkaniyek ji serkirdayetiya PDK’ê ji Rûdawê re ragihand ku bi baweriya PDK’ê niha ne dema behskirina wê yekê ye kî wê cihê serokomar bigre, lê ger di siberojê de pêwîstî bi wê yekê hat kirin, “PDK ligel wê yekê ye ku ew post ji bo kurdan bimêne, herwiha namzet ligel YNK’ê be.”
Li gor zanyariyan Îran jî ligel wê yekê ye û ew peyam ji serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re ragihandiye ku ne ligel wê yekê ne serokomarekî durî pejirandina Barzanî wî postî wergire.
Rudaw
