Xwepêşanderên Enbarê bangek arasteyî Barzanî dikin
Malpera Sumeriye newsê li zarê berdevkê lijneya hemahengiya xwepêşanderên parêzgeha Enbarê Şêx Seîd Lafî belavkiriye ku: "Lijneya hemahengiyê ya xwepêşanderên parêzgeha Enbarê û Feloce û bajarên din bi niyazin civînekê saz biin û di wê civînê de bangî Serokê Herêma Kurdistanê û serkirdeyên din yên Êraqê yên ser bi hemû pêkhateyan û olên cuda bikin jibo serdana xwepêşanderan bikin."
Berdevkê lijneya hemahengiya xwepêşanderên parêzgeha Enbarê aşkira kir ku: "Mebesta li vê bangeşeyê eweye ku bi awayekî rasterast û bi bê navbeynkar yan jî dazgehên ragihandinê, Barzanî û serkirdeyên din yên Êraqê li daxwazî û nêrînên xwepêşanderan agahdar bikin."
Şêx Seîd Lafî helwesta Herêma Kurdistanê bermaber daxwaziyên xwepêşanderên parêzgeha Enbarê jî bi giring destnîşan kir û got: “Ewe nîşana wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê rêzê li mafên mirov digre û peroşiya wan bo aramkirina rewşê derdixe hole.”
Xendan
