Îran Zanyar û Loqman Mûradî bidarve dike
Dadgeha Pêdeçûnê ya Îranê di meha çileya 2012’an de, cezayê çalakvanên siyasî yên Kurd Zanyar û Loqman Muradî pesend kir û beriya niha ji bo pêkanîna ceza melayê Merîwanê hatibû agahdarkirin. Ev nûçe ji aliyê ajansa nûçeyan a Mehrê ve hatibû piştrastkirin.
Li gor ANF’ê, agahiyên ji çavkaniyên li Rojhilatê Kurdistanê hatine bidestixstin, dozgerê rejîma Îranê yê Sineyê ji bo pêkanîna cezayê darvekirinê yê girtiyên Kurd ên siyasî Loqman û Zanyar Mûradî ku birayên hev in, çûye girtîgeha Gewher Detş a bajarê Kerecê. Tê îdîakirin ku dibe herdu bira di nava 3-4 rojan de bêne bidarvekirin.
Dayika Zanyar û Loqman Muradî ev agahiya pêkanîna cezayê darvekirinê pişrast kir û li hemberî vê yekê banga bihîstyariyê li gelê Kurd û raya giştî ya navneteweyî kir.
Girtiyên siyasî yên kurd Zanyar û Loqman Muradî berî niha bi demekê serî li Dadgeha Pêdeçûnê dabûn ku biryara cezayê wan yê darvekirinê xera bike. Lê dadgehê serlêdan red kir, herwiha dosyaya wan ji bo înfazê, şand beşa pêkanîna ceza. Rêvebirên girtîgeha Recayî Şehr a Kerec, biryara dawî ji Zanyar û Loqman Muradî re ragihandin.
Zanyar û Loqman Muradî 17’ê cotmeha 2009’ê li Merîwan hatibûn girtin û piştî 9 meh îşkenceyên giran, 22’ê mijdara 2010’an bi îdîaya sûcê "Muharib" ango “dijminahiya Xwedê”, cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn.
Mûradî: Dê me li pêş çavê gel darve bikin
Zanyar û Loqman Mûradî di nameya derbarê rewşa xwe de, di meha çileya 2012’an de nivîsandine de dibêjin: “Ev name ji aliyê Zanyar Mûradî yê 25 salî û Loqman Mûradî yê 28 salî yên bê guneh di girtîgeha Recayî Şehrê de hatiye nivîsandin. Biryar hatiye dayîn ku me li ber çavên gel bi dar ve bikin. Em bin îşkenceyên giran de ne, bi îşkenceyên giran van sucên ku me nekirine, bi me dane îmzekirin” û banga hestyariyê li Kurdan û raya giştî ya navneteweyî kirin.”
Li gorî tomarên ANF’ê ji serê sala 2012’an ve li gel Sîrwan Nejad û Îbrahîm Îsa, 8 girtiyên siyasî bi cezayê dardakirinê hatine mehkûmkirin.
