Elewî: Tenê hilbijaritnên pêşwext dikare arîşeyên Iraqê çareser bike
Parlamenter Hesen Elewî ji Rûdawê re got “Hilbijartinên pêşwext li gorî mercên hevpeymaniya Iraqiye yan li gorî mercên hevpeymaniya dewleta qanûnê be ku her du jî daxwaza hilweşandina hikûmetê dikin, dikare arîşeyên niha yên Iraqê çareser bike.”
Elewî diyar kir ku li welatekî mîna Iraqê de ku li ser sîstema parlameniyê dimeşe, hilbijartinên pêşwext gelekî normal û qanûnî ye û wiha axivî:
“Ji ber wê jî man yan nemana hikûmeta Malikî zêde girîng nîne, ji ber ku hilbijartin ji aliyê komîsyona hilbijartinan ve tê sazkirin ne ji aliyê wezareta navxwe yan her wezaretek din a hikûmetê.”
Wî parlamenterê Iraqî destnîşan kir ku hinek fraksyonên parlamentoya Iraqê wek fraksyona hevpeymaniya Kurdistanî alîgirê hilbijartinên pêşwext nînin û wiha anî ziman “Li gorî min sedema vê helwesta hevpeymaniya Kurdistanî jî rewşa navxwe ya wê fraksyonê ye.”
Li gorî Hesen Elewî, li Iraqê zêdebûna alozî û tengaviyan bi sûda aliyên siyasî ye ji ber ku vê yekê bo zêdekirina dengên xwe bikar tînin û ragihand ku hejmara parlamenterên ku alîgirê hilbijartinên pêşwest in ji yên din zêdetir e.
Rudaw
