ENKS tevlî Hevpeymaniya Hêzên Opozisyona Sûriyê dibe
Serokê ENKS’ê Feysel Yûsiv ji Rûdawê re diyar ku pêwîste mafên Kurdan di bawerînameyên Hevpeymanê de bên çespandin, li gor mercên ku kurdan pêşkêşkiribûn. Yûsif got: “Hê jî guftûgoyên fermî di nava ENKS û Hevpeymanê de li ser şêweyên vê çespandin û nûneriyê, nehatine kirin.”
Serokê ENKS’ê Feysel Yûsiv destnîşan kir ku hê cêgirê kurd ê serokê Hevpeymanê ji aliyê Kurdan ve nehatiye binavkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo vê yekê emê li benda lidarxistina kongreya ENKS’ê ku wê 10 çile bê lidarxistin bimînin.”
