‘Şandeke MİT’ê serdana Qendîlê dike’
Rojnamevanê Tirk Mete Çubukçû di quncikê xwe yê rojnameya Akşam a Tirkiyê de îdia kir ku piştî hevdîtina MÎT’ê ya ligel rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wê şandeke bişînin Qendîlê.
Mete Çubukçu diyar kir ku ligel hevdîtin li Îmraliyê, şandek li ser rêye ku biçe Qendîlê. Çubukçu wiha dibêje: “Şandeke MİT’ê li ser rêya Qendîlê ye. Ew şand wê ligel Qendîlê hevdîtina bike. Em nizanin wê di nava wê şandê de kî cih bigrin. Ev hevdîtinane piştî hevdîtinên li Îmraliyê tên. Ango dewlet wê vê carê derbarê pêvajoyê de ji Qendîlê re ragihîne. Wê peyama Ocalan ji Qendîlê re ragihîne.”
Endamê peywendiyên derve yê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Roj Wilat derbarê hatina şanda MÎT’ê ya bo Qendîlê ji Rûdawê re got: “Derbarê hatina şanda MÎT’ê ya bo Qendîlê heta niha li holê tiştekî wiha nîne. Em wekî KCK, ji bilî daxuyaniyên serokê konseya rêveber a KCK’ê Mûrad Karayilan niha ti gotineke me nîne.”
Rudaw
