Nêçîrvan Barzanî Û Kusret Resûl Civiyan
Di hevdîtineke de her du alî behsa bihêztir kirina peyvendiyên steratejîk yên di navbera her du partiyên hevpeyman de kirin û pişt re jî rewşa siyasî ya Kurdistan, Îraq û Deverê jî hate nirxandin.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de tebayî û yekrêziya nav mala Kurd weke merca sereke ya ji bo serkeftina hewldanên heyî yên ji bo aramiya siyasî û bihevre jiyana aştiyane hate wesifkirin û ragihandin ku, dibe tevahiya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê di warên netewî û nîştimanî de xwedan yek helwest bin.
Di derbarê rewşa aloz ya Îraqê de jî her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku, danûstandin û diyalog rêya herî baş ya çareser kirina tevahiya kêşeyên heyî ye.
