• Monday, 09 February 2026
logo

‘Li ser navê dewletê Fîdan bi Ocalan re rûdine’

Gulan Media January 2, 2013 Nûçe
‘Li ser navê dewletê Fîdan bi Ocalan re rûdine’
Piştî nivîskarek rojnameya ‘Hurriyet’a Tirkî niha jî nivîskarê rojnameyeke din a Tirkî ya bi navê ‘Yenî Şafak’ qala ‘hevdîtinên bi Îmraliyê’ re dike. Nivîskar û berpirsê Enqereyê yê rojnameya Yenî Şafak ku bi nêzîkbûna xwe bi hikûmetê re tê nasîn, Abdulkadir Selvi di nivîsara xwe ya duh de idîa kir ku Musteşarê Rêxistina Îstîxbarata Tirkiyeyê (MÎT) Hakan Fîdan bi Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku ji 1999’an û vir ve li Îmraliyê tê girtin re ‘hevdîtinan’ pêk tîne. Demeke berê SErokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan û hinek wezîrên wî jî qala heman îdayan kiribûn.

Di nûçeya Hurriyetê ya pêr de jî hatibû îdîakirin ku di hevdîtinan de rêveberên MÎT’ê bi ser navê dewletê daxwaza çekdanîna PKK’ê kiriye, Ocalan jî daxwaza bi pêwendîdanîna digel rêveberiya PKK’ê, BDP’ê û parêzerên xwe kiriye. Li hemberî van îdayan parêzera berê ya Ocalan û Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk ji Rûdawê re ragihandibû ku tu agahiya wan ji ‘hevdîtinan’ tune, ji bo rastiya ‘hevdîtinan’ bên piştrastkirin divê hevdîtina Ocalan û parêzerên wî pêk bê.

Li gorî nivîskarê rojnameya navborî Abdulkadir Selvî piştî ku Ocalan dawî li greva birçîbûnê ya 67 rojî anî, ligel hikûmetê ew bawerî xurt dibe ku Ocalan yekemîn mirov ê bihêz e ku di nava PKK’ê de û dikare bandorê li ser rêkxistinê bike, lewma pê re biryara danûstandinê daye.

Nivîskarê navborî îdîa kir ku piştî dawîlêhatina greva birçîbûnê yekem pêvajoya hevdîtina bi Ocalan re di meha Cotmehê de dest pê dike; duyemîn hevdîtin jî di mijdarê de pêk tê.

3’mîn hevdîtin di Kanûnê de, musteşar bi xwe tê de amade dibe. Demekê berê Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû ku hevdîtin bi Ocalan re dom dikin.

Selvi, idîa dike ku Anqerê baweriya xwe bi gotinên Abdullah Ocalan tîne û pê bawere ku xwedî gotin û hêzeke xurte di PKK û lewma jî biryar daye ku di radeya Musteşar de hevdîtin bi Ocalan re werin kirin.

Rudaw
Top