• Monday, 09 February 2026
logo

Çekberdana PKK di rojevê de ye

Gulan Media January 1, 2013 Nûçe
Çekberdana PKK di rojevê de ye
Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê piştî daxuyaniya serokwezîrê Turkiyê Receb Teyîb Erdogan, ku gotibû "bi Îmraliyê re hevdîtin dewam dikin"û şêwirmendê wî Yalçin Akdogan jî beşdarî bernameyeke televizyonê bû û got ku Ocalan aktorê herî girînge û ji bo wan mixatabê yekane Ocalan e, îdiayên nû di çapemeniyê de derketin.

Tê gotin ku Serokê Dezgeha Istixbarata Bîştiman a Turkiye (MÎT) Hakan Fîdan 4 demjimêran bi serokê PKK`ê Ebdula Ocalan re rûniştiye û li ser çek berdana PKK sekinîne.

Li gorî îdiayan, dewletê çekberdana PKK xistiye armanca xwe, Ocalan jî di hevdîtinan de xwestiye ku, pêwiste şert û mercên wî yên ku karibe bi PKKê re rasterast têkeve nav têkiliyan bêne guherandin.

Hêjayî gotinê ye ku, her du alî di mehên pêşiya me de, bi projeyek a çareserikirina pirsgirêka Kurd derkevine hemberî raya giştî.
Piştî lihevhatinê, navekî ku Ocalan wê pesend bike, wê peyama Ocalan bo raya giştî re eşkere bike.

Di vê warê de îdiayek jî eve ku, ger PKK çekan berde, rêvebirên payebilind yên PKKê wê biçin welatekî dûr, û divê ku ew welat ne cîranên Turkiyê be û ne welatekî Yekîtiya Ewrupa be jî, lewra di nav welatan de navê Australya derdikeve pêş.

Xendan
Top