Kerkûk: Erebên Sune li dijî Malikî serî hildan
Peyamnêrê Xendanê li cihê xwepêşandanê ragihand ku: "Ji bo piştevanîkirina li Erebên parêzgeha Enbar û parêzgehên Sunî`yan , îro 1/1/2013`an di demjimêr 10`ê sibê hejmareke mezin li Erebên Kerkûkê bi piştevaniya çend eşîret û hejmarek ji partiyên siyasî daketin qadên bajêr û dest bi xwepêşandanan kirin û diruşmên ruxana hikûmeta Nurî Malikî hildan."
Peyamnêrê Xendanê got: "Hêzên operasyonên Dîcle, ji bo ku rê li pêşiya hatina Erebên Hiwêce bigrin rêya Kerkûk – Hiwêce daxistin ev yek jî ji bo xwepêşanadan mezin nebê."
Peyamnêrê me da zanîn ku li bajarê Kerkûkê hemû hpêzên polis ketine rewşa amadebaşiyê.
Xendan
