Kurdên li Afyonê di bin êrîşê de ne
Tahir Cakir ku yek ji kurdên li Sultandagi ye, der barê bûyerê de agahî da Rûdawê. Çakir diyar kir ku alozî 2 roj beriya niha destpê kiriye û wiha got: "Di navbera xortan de şer derketibû. Yek ji wan hat kuştin, 2 jî birîndar bûn. Erîşî malên me kirin, camên wesayît û malên me şikandin. Ji Afyonê hêzên çevîk hatine. Midûrê polîsan û cendirmeyan hatin. Em nêzî 200 kesan, di malek de ne."
Êrîşî 5-6 malan kirin
Çakir ragihand ku li Sultandagiyê bi qasî 30-40 malên kurdan hene û wiha pê de çû: "Em niha di malên wan de ne. Em li baxçe ne. Em ji bajarên Kurdistanê yên wekî Mêrdîn, Mûş, Wan, Bilîsê hatine. Ezê biçûma gel yên ku malên wan rastî êrîşê hatine, lê nehiştin ji vir derkevim. Erîşî 5-6 malan kirine. Ulku Ocaklari ya MHP'ê pêşengiya van êrîşan dike."
Ji bajarên derdorê ji bo êrîşê anîn
Çakir da zanîn ku ji bajarên wekî Afyon, Denîzlî, Boluyê nîjadperest anîne Sultandagiyê û îro saet di 1.00'an de wê merasîma cenaze û meş li dar bixin. Çakir fikarên xwe yên ji ber êrîşan, bi van gotinan anî ziman: "Ew ê dîsa êrîşî me bikin, lê em nizanin ew ê êrîşek çawa be. Dora me ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Duh Walî hatiye lê me ew nedît. Min bi Qeymeqamê Sultandagi re hevdîtin çêkir. Min got malbatê ji vir dûr bixin, heta ku hêrsa wan diqede. Em li vir karê înşaetan dikin. Ev 14 sal in li vir im. Heta niha tiştek wiha çênebû. Ev êrîşek li hemberî kurdan e. Kesek me tune."
Banga bihîstyariyê
Çakir bang li çapemeniyê û BDP'ê kir ku herin Sultandagiyê û li wan xwedî derkevin.
Rudaw
