• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Eşîreta Beqare: Em ê heyfa xwe ji PYD’ê hilînin

Gulan Media December 30, 2012 Nûçe
Serokê Eşîreta Beqare: Em ê heyfa xwe ji PYD’ê hilînin
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê 2 ciwanên eşîreta Begara hatin kûştin û 10 kesên din jî birîndar bûn. Serokê wê eşîretê ji Rûdawê re ragihand ku dê heyfa xwe ji PYD’ê hilînin.

Serokê eşîreta Begara li Sûriyê Newaf el-Beşîr ji Rûdawê re got: "Roja înê (28.12.2012) li bajarê Hesekê çekdarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) êrîşî xwepêşandaneke li bajarê Hesekê kirin. Di encamê de 2 kes ji ciwanên eşîreta wî hatin kûştin û 10 kesên din birîndarbûn." Newaf el-Beşîr di vê derbarê de diyar kirk ku xwîna ciwanên me di stûyê PYD’ê de ye û daxuyand: “Em ê heyfa xwe ji wan hilînin.”

Rûdawê hewlda ku pêwendiyê bi berpirsên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re bike, lê telefona wan li ber dest nebû.

Rudaw
Top