Ji ber Şewtandina wêneyên Ocalan rewşa awarte li Amûdê hat ragihandin
Çalakvanekî kurd ji bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Rûdawê re ragihand ku îro (29-12-2012) wêneyên Ocalan ku li ser cade û kolanên bajarê Amûdê dalqandî ne ji aliyê kesên nenas ve hatin rakirin û qetandin.
Wî çalakvanî diyar kir ku ji ber wê yekê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) rewşa awarte ragihand û çi kesekî kû gûman li ser hebe dê bê girtin û bo dadgeha Gel bê şandin.
Hevdem ajansa ANF kû nêzî partiya PKKê ye belav kir kû kesên nenas li bajarê Amûdê weneyên simbûlên PKKê yên kû li kolanan dalqandî ne, hatin boyax kirin, bê ku behsa ragihandina rewşa awarte bike.
Rudaw
