Amerîka hişyaria êrişên “terorîstî” li Kerkûk û Bexdayê dide
Balyozxaneya Amerîka li Iraqê di daxuyaniyekê de ku li ser malpera saziyê hat weşandin, ragihand ku li gorî agahiyên ku gihîştiye destê wan “terorîst dê navendên Amerîkî li Iraqê bi taybet balyozxaneya wî welatî bikin hedefa êrişan”.
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku dêrên bajarên Kerkûk û Bexdayê jî dibin metirsiya van êrişan ji ber wê jî divê welatiyên Amerîkî dema serdana bajarên Kerkûk û Bexdayê dikin hişyar bin.
Rudaw
