• Monday, 09 February 2026
logo

bi 10 hezaran welatî li Roboskiyê kom bûn

Gulan Media December 29, 2012 Nûçe
bi 10 hezaran welatî li Roboskiyê kom bûn
Di salvegera komkujiya Roboskiyê de bi 10 hezaran welatî li Roboskiyê kom bûn û komkujî şermezar kirin. Di bîranînê de qêrîn û zimêr erş û ezman qelişandin û rondik bariyan.

Dayikên Roboskiyê cilên reş li xwe kirin û wêneyên zarokên xwe hembêz kirin û li ser gorên zarokên xwe rawestiyan. Di bernameyê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, wiha got: "Ji ber ku dewleta vî gelî tune hûn nikarin vê zilmê li ser vî gelî bimeşînin.

Divê Kurdistana Kurdan hebe ku hesabê komkujiya Roboskiyê bê pirsîn. Wekî din tu rê û çareya vê yekê tune.” Hevserokê Giştî yê KCD'ê Ahmet Turk jî anî ziman ku gelê kurd tu carî li hemberî vê zilmê serî danenî û dê tu carî serî danîne. Turk, da zanîn ku kurt nemiriye û dê nemire.

Rudaw
Top