• Monday, 09 February 2026
logo

Li Hewlêrê Komkujiya Roboskî Hate Bîranîn

Gulan Media December 29, 2012 Nûçe
Li Hewlêrê Komkujiya Roboskî Hate Bîranîn
li Bajarê Hewlêrê bi beşdariya hijmareke zêde ji Şîniyên Bajarê û bi amadebûna her yek ji Nunerê xelkê Roboskî Azad Goyî û Hunermen Şiwan Perwer komkujiya Roboskî hate bibîranîn.

Di merasima bîranîna han de Nunerê xelkê Roboskî Azad goyî peyvek pêşkêş kir û ragihand ku, her çend salek li ser vê komkujiya han derbas dibe lê hîn jî heta niha Hikûmeta Tirkiyeyê di derbarê eşkere kirin û darizandina faêlên vê komkujiya han de ti gavek navêtiye.

Nav hatî herwiha spasiyên xwe jî pêşkêşî Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Hikûmeta Kurdistanê kir û ragihand ku, her di yekem roja komkujiya han de heta dawî li gel wan bû û hevkariyên pêwîst jî pêşkêşî wan kirin.

Her di vê merasima han de Hunermend Şiwan Perwer jî peyvek pêşkêş kir û ragihand ku, xema xelkê Roboskî xemê tevahiya meye û dibe dewleta Tirkiyeyê faêlên vê komkujiya han eşkere û dadgehî bike û dadwerî were sepandin.
Top