• Monday, 09 February 2026
logo

Bi hezaran kes li Amedê ji bo Roboskiyê meşiyan

Gulan Media December 27, 2012 Nûçe
Bi hezaran kes li Amedê ji bo Roboskiyê meşiyan
Ji bo salegera bibîranîna komkujiya Roboskiyê li Amedê bi hezaran kes meşiyan. Di meşê de hate xwestin berpirsyarên vê komkujiyê bên cezakirin.

Bi pêşengiya BDP, KADEP, OSP, DDKD, EMEP, ESP, Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê û 850 saziyên sivîl ên bajarên kurdan komkujiya li Amedê bi meşekê hate şermezarkirin. Meş bi tevlibûna Parlamentera BDP’ê Emîne Ayna û nûnerên saziyên sivîl li Dortyola Baglarê dest pê kir û heta Parka Koşuyoluyê li ber Bîrdariya Danezana Mafên Mirovan dewam kir. Serê pêşîn polîsan bi hinceta ku “meş derqanûnî ye” û di nava meşê de “kesên rûpêçayî hene” nehişt meş bê lidarxistin. Bi polîsên çevîk, wesayîtên TOMA û akreban pêşiya girseyê hate birîn. Piştre di navbera berpirsyarên polîs û pêşengên meşê de muzakere dest pê kirin. Di encama muzakereyan de pêşiya girseyê hate vekirin. Bi hezaran kesî jî dest bi meşa xwe kir. Di meşê de dirûşmên “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin”, “Roboskî em in em jî li vir in”, “Dewleta kujer dê hesabê bide” hatin berzkirin. Li pêşiya meşê pankartên “Em ji bo Roboskiyê dad dixwazin. Me Roboskiyê ji bîr nekir em ê nedin jibîrkirin!” û “Em Komkujiya Roboskiyê şermezar dikin” hatin vekirin.

‘Kê fermana komkujiyê da?’

Piştî ku girse gihişte parkê Serokê Partiya Azadî û Sosyalît (OSP) a Amedê Nurettîn Maçîn axaftinek kir. Maçîn, bal kişand digel ku di ser komkujiya Roboskiyê re salek derbas bûye hêj kujer nehatine cezakirin û generalên ku ev komkujî pêk anîne jî hatine xelatkirin. Maçîn, got ew hesaba Roboskiyê dixwazin û wiha axivî: “Bi komkujiya Roboskiyê xwestin peyameke wiha bidin gelê kurd; hişê xwe bidin serê xwe nexwe em ê bibim bombe û di ser we re bibarin. Em vê komkujiya li derveyî mirovahiyê şermezar dikin. Ger hesaba komkujiyên berê yên lis er kurdan hatibana pirsîn îro dê komkujiya Roboskiyê jî çênebûya.” Maçîn, diyar kir ew dixwazin kesên ev komkujî pêk anîne bên aşkerakirin û ev tişt gotin: “Em careke din dipirsin: Kê fermana komkujiyê da? Çima kujeran dernaxin pêşberî dadgehê? Heta ku em bersiva van pirsin bigrin, dê destê me li pêsîra (stûyê we) we be.”

Piştre Seroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut axivî. Zumrut jî destnîşan kir ew ê di navbera 29-30’ê mehê de li Amedê, di navbera saet 19.00-20.00’ê êvarê de çalakiya emirandina lambeyan li dar bixin. Zumrut, da zanîn bi milyonan kurd Roboskî ne û heta yek kurdekî jî bimîne dê hesaba vê komkujiyê bê pirsîn. Di dema daxuyaniyê de ji bo 34 gundiyên ku di komkujiya Roboskiyê de hatibûn qetilkirin, deqeyek rêz hate girtin. Di dema rêzgirtinê de beşdaran îşareta serkeftinê kirin û dirûşma “Şehîd namirin” berz kir.

Rudaw
Top