• Monday, 09 February 2026
logo

Firakisyonên Parlementoya Kurdistanê 3 Biryarên Girîng Girtin

Gulan Media December 27, 2012 Nûçe
Firakisyonên Parlementoya Kurdistanê 3 Biryarên Girîng Girtin
Evro Firakisyonên nava Parlementoya Kurdistanê civiyan û piştî giftûgo û nîqaşên berfire firakisyonên han 3 biryarên girîng girtin.

1- di derbarê nexşe rêya lîsteya goranê ya ji bo çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de yaku, ji aliyê Serok Barzanî ve pêşkêşî Parlementoyê hatibû kirin biryar hate dayîn daku, civîneke teybetî di navbera Serokê Parlemen û Serokên firakisyonan de were lidarxistin û danîna mekanîzmeke goncav bo vê yekê.

2- di derbarê wan proje qanûn yên ku, nêrînên siyasî yên curbicur li ser wan hene û nîştimanîne biryar hate dayîn daku, A- civînên navbera firakisyonên Parlementoyê berdewam bin. B- di civîna pêş de di derbarê proje qanûna komisyona bilind ya hilbijartinên Kurdistanê de giftûgo were kirin. C. hewl were dayîn daku, destpêka Meha 3 ya sala 2013an de li ser hinek ji wan proje qanûnan lihevhatin pêk were û çendîn projeyên nû ji Parlementoyê re werin pêşkêşkirin.

3- dibe civînên navbera Serokên firakisyon û Serokatiya Parlementoyê de berdewam bin.
Top