• Monday, 09 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê peyameke sersaxiyê da malbata Elçî

Gulan Media December 27, 2012 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê peyameke sersaxiyê da malbata Elçî
Hikûmeta herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê pêşkeşî malbata rehmetî Şerefedîn Elçî dike û di peyama xwe de dibêje ku, bi koçbarbûna xwedêjêrazî mamoste Elçî, gelê kurd siyasetvan û tekoşerekê dilsozê kurdîniyê û xemxwerê gel û welat winda kir:

Serokatiya Civata Wezîran, behîdariyê li malbata Elçî dike.

Bi helketina koçbarbûna siyasetvanê navdarê kurd, wezîrê berê yê Tirkiyeyê, parlementerê niha yê Diyarbekirê, welatparêz û kurdperwerê naskirî xwedêjêrazî Şereferdîn Elçî, em ji dil hevderdî û hevxemiya xwe bi malbata rêzdar û tekoşera Elçî, kesûkar û dostên wî û tevaya gelê kurd re parve dikin. Bi koçbarbûna xwedêjêrazî mamoste Elçî, gelê kurd siyasetvan û tekoşerekê dilsozê kurdîniyê û xemxwerê gel û welat winda kir.

Em hêvîdar in ku Xwedayê mezin xwedêjêrazî bi buhişta xwe şa bike û aramî û hedarê bide malbat û kesûkarên wî.

Serokatiya civata wezîrên herêma Kurdistanê

26.12.2012
Top