• Monday, 09 February 2026
logo

Serok Barzanî Û Konsulusê Amerîkayê Civiyan

Gulan Media December 26, 2012 Nûçe
Serok Barzanî Û Konsulusê Amerîkayê Civiyan
Evro li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulusê Amerîkayê yê li Bexdayê û heyeteke pê re kir.

Di hevdîtineke de her du alî behsa aloziyên heyî yên li Îraqê û ji wan girîngtir behsa ev aloziyên navbera Bexda û Hewlêrê kirin ku, bûne sedema anîna hêzên leşkerî bo Deverên Kurdî yên li Derveya Kurdistanê û herwiha behsa aloziya êrîş kirine ser Wezareta darayî û girtina Pasewanên Wezîrê darayî jî hate kirin.

Di vê derbarê de Konsulusê Amerîkayê dilgiraniya welatê xwe a li hember aloziyên heyî li Îraqê de diyar kir û ragihand ku, dibe guherîna rastiya Deverên Kurdî yên li Derveya Kurdistanê bi hemahengiya navbera Hikûmeta Hewlêr û Bexdayê de be nekî aliyek bi tenê serê xwe biryar bide.

Çavkanî hêvî xwest ku, ev aloziyên han bi lihev nêz kirina aliyên siyasî û danûstandinê werin çareserkirin.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de Serok Barzanî rewşa heyî ya li Deverên Kurdî yên li Derveya Kurdistanê bi rewşeke nadestûrî wesif kir û ragihand ku, ev rewşa han bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Serok Barzanî herwiha eşkere kir ku, tevahiya deriyan bo danûstandin û çareser kirina aştiyane ya kêşe û aloziyên heyî bi dûr ji anîna hêzên leşkerî û tundûtîjî vekirîne.

Serok Barzanî careke din tekez li ser girêdayî bûna Kurd bi destûra bingehîn ya Îraqê kir û daxwaz ji Hikûmeta Îraqê jî kir daku, girêdayî bi madeya 140 û cîhbicîh kirina madeya han be.

Di derbarê aloziyên heyî yên li hin Deverên din ên Îraqê de Serok Barzanî diyar kir ku, Îraq bi afirandina aloziyan nayê birêvebirin û niha tişta herî girîng ewe ku, dibe rewşa han were aramkirin jiber ku, Îraq nikare li hember rewşeke aloz liber xwe bide û pêdeviya niha ya Îraqê bi lihev hatineke seraserî heye daku, kêşeyên heyî bi awayekî mayende werin çareserkirin.
Top