Eyad Elawî: Ez Nabim Û Naxwazim Bibim Serokkomarê Îraqê
Elawî herwiha dilgiraniya xwe a li hember daxuyaniyên Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî diyar kir û ragihand ku, Serokwezîrê Îraqê bi vê rengî aliyên siyasî yên li Îraqê ditirsîne û wan neçar dike daku, desthilata motleq ya vî qebûl bikin.
Hêjayê gotinêye ku, Malikî gotibû, dosyeyên taybetî yên aliyên siyasî di destê me dene û her dem pêwîst bike emê wan dosyeyan pêşkêşî Dadgehê bikin.
