• Monday, 09 February 2026
logo

Bi serpereştiya Barzanî PDK û YNK civiyan

Gulan Media December 25, 2012 Nûçe
Bi serpereştiya Barzanî PDK û YNK civiyan
Bi serperştiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civîna polîtburoyên PDK û YNK’ê li Silêmaniyê dest pê kir.

Berî kêliyekê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û cîgirê serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî gihîştin bajarê Silêmaniyê û ji aliyê cîgirên sekreterê YNK, Kosret Resûl, Berhem Salih û endamên rêvebiriya YNK’ê ve hatin pêşwazîkirin.

Paşê, civîna polîtburoyên herdu partiyan bi serpereştiya Mesûd Barzanî dest pê kir û heta niha jî didome.

Tê payîn di civînê de PDK girêdana xwe ya bi rêkeftina “stratejîk” a bi YNK’ê re bîne ziman.

Rudaw
Top