Mesrûr Barzanî Peyamek Pêşkêşî Mesîhiyên Kurdistanê Kir
Bi minasebeta roja ji dayik bûna Hz Îsa Mesîh silavên xwedê li ser bin gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya xweşik û birayên xwe yên Mesîhî ên li Kurdistan, Îraq û tevahiya Mesîhiyên Cîhanê dikim.
Nîştimana me weke her dem li Deverê de nîşaneya bihevre jiyan û tebayiye û kêfxweşin ku, Kurdistana me kariye xweşik û birayên Mesîhî yên Başûrê Îraqê jî di nava xwe de hembiz kiriye û niha li Kurdistanê de di nava aramî û asayîşê de Cejna xwe pîroz dikin.
Bi vê minasebeta han hêvî dikim ku, aştî û aramî li Deverê de zal bibe, bi sepandina canê hevûdu qebûlkirin û hevkariyê jiyaneke baştir û dûr ji tundûtîjî ji bo tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî were dabînkirin.
Careke din pîroz be ji dayik bûna Hz Îsa Mesîh silavên xwedê li ser bin.
Mesrûr Barzanî
24.12.2012
