• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Herêmê serdana Silêmaniyê dike

Gulan Media December 24, 2012 Nûçe
Serokê Herêmê serdana Silêmaniyê dike
Biryare sibe sêşemê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bighê bajarê Silêmaniyê û li gel mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bicive.

Jêderekê taybet ji Xendanê re ragihand ku: Biryare sibê sêşemê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi serdanekê bighê bajarê Silêmaniyê û li gel mekteba siyasiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê wê bicive.

Serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Silêmaniyê û li gel mekteba siyasiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kombûn piştî wê yekê ye ku roja şemiyê mekteba siyasiya YNK`ê civîneke xwe lidarxist û piştre jî di daxuyaniya xwe pabendbûna xwe bi rêkeftina stratejî a di navbera Yekîtî û Partî de nîşan daye, tê.

Li gor gotina çavdêrên siyasî jî ewserdana Serokê Herêmê di vê demê deye ku Serok Mam Celal bo çareseriya pizîşkî li nexweşxaneya Almanyayê ye û jib o nîşandana piştevaniya xwe bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye û parastina yekrêzî û hevgirtina hemû xelkê Kurdistanê ye.

Xendan
Top