• Monday, 09 February 2026
logo

Rapora dawî li ser rewşa Talebanî: Tenduristiya Talebanî gelekî baş e

Gulan Media December 23, 2012 Nûçe
Rapora dawî li ser rewşa Talebanî: Tenduristiya Talebanî gelekî baş e
Li gorî encama rapora dawî ya bijîşkî, tenduristiya serokomarê Iraqê Celal Talebanî “gelekî baş e û dermankirina wî encamekî baş daye”.

Pisporê mêjî û damar dr. Necmedîn Kerîm, ku digel tîmek bijîşkên Almanî Celal Talebanî derman dikin, ji malpera fermî ya YNK, PUKmedia re gotiye “Li gorî rapora dawî ya bijîşkî tenduristiya serok Mam Celal gelekî baş e her wiha li gorî wê raporê dil û hinavê wî jî bi awayekî normal kar dikin.”

Serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê YNK, Celal Talebanî, ji ber ku rewşa tenduristiya wî têkçûbû, bilez bo nexweşxaneya Medîne Tib ya bajarê Bexdayê hat veguhestin û roja pêncşema borî, 20.12.2012 jî bo Almanya hat veguhestin.

Dr. Necmedîn Kerîm ku endamê polîtburoya YNK û parêzgarê Kerkûkê ye jî, dibêje “Li gorî encamên raporê tenduristiya Mam Celal baş e û em geşbîn in ku bitevahî baş bibe. Her wiha dermankirina serok Talebanî bersivek baş daye.”
(Rûdaw)
Top