• Monday, 09 February 2026
logo

Bîranîna Komkujiya Mereşê hat astengkirin

Gulan Media December 23, 2012 Nûçe
Bîranîna Komkujiya Mereşê hat astengkirin
Nêzî hezar kesên ku bi munasebeta 34'emîn salvegera Komkujiya Mereşê xwestin ji bo bîranîna komkujiyê dakevin vî bajarî, rastî astengiya polîs û cendirmeyan hatin. Amadekariya mudaxaleyê tê kirin.

Saziyên girêdayî Federasyona Elewî Bektaşiyan û partiyên siyasî, xwestin li Mereşê meşekê li dar bixin. Gelek nûner û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û Elewiyan ku xwestin li Qada Garê meşê pêk bînin, rastî astengiyan hatin. Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, ji Rûdawê re ragihand ku niha li nêzî Mereşê ne. Aydogan da zanîn ku niha li wir nêzî hezar kes hene.
Ji gelek bajaran hatine

Aydogan wiha got: "Em li daketina bajaroka Narliyê ne. Li her derê barîkat hatine danîn. Li 6-7 noqteyan kontrol heye. Cendirme û polîs bi hev re, li ser talîmata Wezareta Karên Hundir dibêjin em nahêlin hûn derbas bibin. Em ji ber Malacemê bi rê ketin. Girseyê heta nêzî Mereşê meş li dar xist. Barîkat hatibûn danîn. Me nekarî derbas bikin. Em vegeriyan. Niha li ser rêya mezin, ji Stenbol, Enqere û bajarên din ên Tirkiyê gelek kes hatine, li vir in û niha rê girtine. Amadekariya ji bo mudaxaleyê tê kirin. Heta niha mudaxale tunebû, lê niha dê bê kirin."
34 sal berê çi bû?

Di 23'ê kanûna sala 1978'an de komeke nijadperest, bi ser malên eleweyên li Mereşê de girtin. Di encama êrîşên ku heftiyek berdewam kirin de, 150 welatiyên elewî hatin kuştin. Ji 200'î zêdetir xaniyên elewiyan hatin şewitandin, ji 100'î zêdetir dikanên wan hatin talankirin. Ji ber komkujiyê, ji 26'ê kanûna 1978'an û pê ve, li 13 bajarên bakûrê Kurdistanê Rewşa Awarte hat îhankirin. Piştre hejmara van bajaran hat zêdekirin.

(Rûdaw)
Top