• Monday, 09 February 2026
logo

Erdogan: Ger hewce bike emê lêborîn bixwazin

Gulan Media December 22, 2012 Nûçe
Erdogan: Ger hewce bike emê lêborîn bixwazin
Serokwezîrê Tirkiyê di bernameyeka televzîyonê de, derbarê bûyera Qilebanê û Roboskê ragihand ku şaşîtî bi şaşîtiyê nayê rastkirin û cext kir ku, ger hewce bike li gor biryara darazê ewê ji bo Roboskê, wekî Dêrsîmê lêborîn bixwazin.

Receb Tayîb Erdogan di mijara ji nû ve destpêkirina muzekeryan weku Osloyê got: Me got “projeya biratî û yekitiya netewî”. Sername di holê de ye, ez merak dikim, hun çawa vê sernameyê rexne dikin. Şaşîtî bi şaşîtiyekî dîtir nayê rast kirin, pîsî bi pîsiyê nayê paqij kirin. Ez her tîm tiştek dibêjim, ger ku di holê de xwîn hebe, hûn nikarên xwînê bi xwînê paqij bikin. Divê em vê gavê baş biavêjin.

Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan got: “Li gor biryara darazê wekî bûyerên Dersîmê, em dikarin di mijara Qilebanê de jî lêborin bixwazin.”

Hêjayî gotinê ye sala borî di encama êrişa balefirên şer yên Tirkiyê li ser gundê Roboskê ya ser bi bajaroka Qilebanê a bakûrê Kurdistanê de 34 welatiyên sivîl ku bi qantiran neft ji başûrê Kurdistanê dibirin gundê xwe hatine kuştin.

Jêder: TRT
Top