‘Em ji her demekê zêdetir nêzîkî dewleta kurdî ne’
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di hevpeyvînekê de digel kovara Time ya Brîtanya de, behsa nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê dike û serokwezîrê Iraqê, Nûrî Malikî “gefa herî mezin” li ser yekbûna Iraqê bi nav dike.
Nêçîrvan Barzanî, derbarê dewleta kurdî de jî wiha got: “Dema em ji destûra Iraqê bêhêvî bûn wê çaxê emê biryara xwe bidin. Ji bo ragihandina dewleta kurdî jî divê em herî kêm yek ji dewletên cîran razî bikin, ji ber ku divê piştevaniya me ya herêmî û navdewletî hebe. Lê ez dikarim bêjim em ji her demekê zêdetir nêzî dewleta kurdî ne.”
Rudaw
