• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Taybetiyê Wezîrê Derveyê Emerîka kir

Gulan Media December 22, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Taybetiyê Wezîrê Derveyê Emerîka kir
Îro şemî 22/12/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Şêwirmend Biret Migirîk Nûnerê Taybetiyê Wezîrê Derveyê Emerîka û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de, pêşhatên siyasiyê dawî, bi taybetî tengasiya niha ya di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate nirxandin.

Şêwirmend Birêt Migirîk girîngîpêdana Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîkayê li çawayiya çareserkirina kêşe û giriftên Iraqê li rêya diyalog û guftûgoyên binyatner de dupatkir û hêvî xwest berdewamiya wê siyasetê ya bi navê çareseriya kêşeyan li çarçêweya destûr û peymanên siyasiyan de hebê û balkişand li ser civîna xwe ya berê ya li gel berpirsên bilindên Iraqê û bi pêşketine gîr û giriftên Iraqê û her wiha ev rewşa ku li navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê da dirust bûye nîgeraniya welatê xwe jî ragihand.

Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku raste Hikûmeta Herêmê kêşe li gel Hikûmeta Federal da heye, lê belê kêşe kêşeya hukimraniye li Iraq û ewê Herêm û Hikûmeta Federal jî beşeke ji wê kêşeyê ku divê çareseriyeke bingehîn ji bo wê bête peydakirin. Eger Hikûmeta Federal Hikûmeta şerakete şeraket ne bi vî awayiye ku dibînîn û weku Herêm jî cara dawî sebaret bi vê meseleyê ve me nameyek pêşkêşî hevpeymaniya nîştimanî kiriye û em li benda bersîvê ne, hemû kêşe û gîr û giriftek şiyana çareserkirina xwe heye, lê belê bi mercek ku îradeya çareserkirina wan hebê, Herêm tu demekî rêgir nabê li ber her hengavek ku mebesta çareserkirinê bê û ewê niha jî encame û divê sedemên wê bikolîn û rê jî nedîn li paşarojê de ew cûre tengasî dubare bibin. Li van yek du rojên paşarojê jî şanda leşkeriya her du aliyan dicivin, lê belê vê carê divê gelek bi ciddî ve û bi nefesekî din ve rû li diyalog û guftûgoyan bê kirin. Ji ber ku me ezmûnekî tehl li vî warî de heye û ji bo biryardana li ser vê meseleyê li gel hêz û aliyê siyasiyên Herêmê pêwîstî bi rawêjkirinê heye.
Top