• Monday, 09 February 2026
logo

Rafê Îsawî: Bila Malikî Deve Ji Serokwezîriyê Berde

Gulan Media December 22, 2012 Nûçe
Rafê Îsawî: Bila Malikî Deve Ji Serokwezîriyê Berde
Piştî girtina 5 Pasewanên Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Îraqê Rafê Îsawî ji aliyê hin çekdarên ser bi Serokwezîrê Îraqê ve bêyî biryara Dadgehê, Duh Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Îraqê di presskonferansekî de ku, ji aliyê lîsteya Îraqiye ve jê re hatibû organîze kirin ragihand ku, kiriyarên Serokwezîrê Îraqê bi awayekî giştî binpê kirina destûra bingehîn ya Îraqê ne û Serokwezîr bi dilê xwe tevdigere.

Îsawî herwiha eşkere kir ku, hîn jî em nizanin sedema girtina wan 5 Pasewanên min çiye û çekdarên ser bi Nûrî Malikî bêyî biryara Dadgehê û bi fermana Malikî ev yek pêk anîne.

Çavkanî di beşeke din ya axaftinên xwe de daxwaz kir ku, helwesteke tund li hember Malikî were raberkirin û got: Dibe Malikî dev ji postê Serokkomariyê berde.
Top