• Monday, 09 February 2026
logo

Nunera Hikûmeta Kurdistanê Bi Rayedarên Parlementoya Îtaliyayê Re Civiya

Gulan Media December 22, 2012 Nûçe
Nunera Hikûmeta Kurdistanê Bi Rayedarên Parlementoya Îtaliyayê Re Civiya
Nunera Hikûmeta Kurdistanê li Îtaliyayê Xatû Rêzan Salih Duh serdana Parlementoya Îtaliyayê kir û bi Serokê komîteya peyvendiyên Derve yê Parlementoya Îtaliyayê re civiya.

Di hevdîtineke de her du alî behsa rewşa Îraq bi giştî û ya Kurdistanê bi taybetî kirin û balkêşandine ser aloziyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de û Nunera Hikûmeta Kurdistanê helwest û siyasetên Hikûmeta Kurdistanê li hember wan aloziyan rave kir û ragihand ku, Hikûmeta Kurdistanê bi her awayî hewl bo çareser kirina aştiyane ya wan aloziyan dide.

Li hember de jî Serokê komîteya peyvendiyên Derve ya Parlementoya Îtaliyayê jî behsa dostatiya navbera Gelê Îtalî û Gelê Kurd kir û ragihand ku, dibe ev dostatiya han hîn bihêztir bibe.

Çavkanî di derbarê helwestên Hikûmeta Kurdistanê yên li hember rewşa Îraqê û kêşeyên heyî de jî diyar kir ku, helwestên Hikûmeta Kurdistanê helwestên erênî û serdemiyane ne.
Top