Talabanî birin Almanyayê
Serokomarê Iraqê Celal Talabanî bi nexweşiya xwe ya ji nişka ve, kurd tirsandin. Serokomariya Iraqê bi daxuyanî û wêneyek Talabanî ji Rûdawê re ragihand ku niha rewşa wî baş e û dest bi dermankirina wî dê bikin. Serokomariyê da zanîn ku ji bo vê yekê jî dê wî bibin Almanyayê. Bijîşkên Kurd, Alman û Îngilîz biryara veguhestina Talabanî dan. Li ser vê yekê Talabanî îro di bin çavdêriya bijîşkan de ber bi Almanyayê ve bi rê ket.
Rudaw
