Nunera Hikûmeta Kurdistanê Bi Sekreterê Dewleta Vatîkanê Re Civiya
Di civîna han de rewşa siyasiya Îraq û Kurdistanê hate nîqaşkirin û Nunera Hikûmeta Kurdistanê ya li Îtaliyayê behsa wan alozî û nakokiyan kir ku, di wan demên dawî de di navbera Bexda û Hewlêrê de çê bibûn.
Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa helwesta Serokatiya Kurdistanê jî ya di derbarê meseleya wan kêşeyan de kir û ragihand ku, Serokatiya Kurdistanê hertim hewl daye daku, kêşeyên heyî bi rêya diyalogê werin çareserkirin.
Li hember de jî Sekreterê dewleta Vatîkanê eşkere kir ku, nabe bi ti awayî careke din Gelê Kurd û Gelên Îraqê bi tevahiya pêkhateyên xwe ve bikevin nava şer û nakokiyan.
