• Monday, 09 February 2026
logo

Dr. Necmedîn Kerîm: Tendirustiya Serokomar başe

Gulan Media December 19, 2012 Nûçe
Dr. Necmedîn Kerîm: Tendirustiya Serokomar başe
Dr. Necmedîn Kerîm cext dike ku tendirustiya Serokomar base û ragihand ku tedawiya hatiye kirin karîgeriya xwe ya baş hebûye.

Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm li nav nexweşxaneya (Bajarê Tibê) li Bexdadê ji Xendanê re cext li wê yekê kiriye ku tendirustiya Serokomar berve başbûnê ve diçe û her du tîmên pizîşkî ku ji destpêkê ve çavdêriya tendirustiya Serokomar kirine li ser vê yekê hemfikirin ku çareseriyên kirine karîgeriyaxwe li ser tendirustiya serokomar hebûye û niha rewşa Mam Celal baştir e.

Ji aliyê xwe ve, endamên hevpeymaniya Kurdistanî li encûmena nûnerên Êraqê Burhan Mihemed Ferec, bi daxuyaniyeke taybet ji Xendanê re ragihand ku, li gor zanyariyên wî yên dawî ku li gel kesên nêzîkî serokomar Mam Celal axiviye û tendirustiya wî berve başbûnê ve diçe.

Navbirî aşkira kir ku, tîma pizişkî ya Alman jî ku taybete bo agahdarbûn li tendirustiya Serokomar hatine Bexdadê û dilniya kirine ku tendirustiya Mam Celal baştir bûye, lê li gor wan tişta baş ji niha ve Serok Mam Celal bibine Almanyayê taku li jêr çavdêriyê de be.

Ferec egera guhastina Mam Celal bo Almanya bow ê yekê vegerand ku ji ber başbûna tendirustiya xwe şiyana xwe ya seferkirinê heye.

Xendan
Top