• Monday, 09 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî digel sefîrê Amerîyakê yê Suriyeyê rewşa Suriyeyê nirxand

Gulan Media December 19, 2012 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî digel sefîrê Amerîyakê yê Suriyeyê rewşa Suriyeyê nirxand
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, îro li bajarê Hewlêrê, digel Robert Ford sefîrê Amerîkayê yê Suriyeyê civiya,
Di civînê de ku, konsulê Amerîkayê yê herêma Kurdistanê jî amade bû, behsa rewş û bûyerên li Suriyeyê diqewimin kir û her du alî hevfikir bûn ku, rewşa Suriyeyê ber bi aqarekê xerab dice.

Her du aliyan diltengî û dilgiraniya xwe li hember rewşa aloza Suriyeyê û li hember wê kuştin û xwînrijtina rojane li dijî gelên surî tê kirin nîşan da.

Serokwezîrê Kurdistanê û sefîrê Amerîkayê yê Suriyeyê tekîd li ser pêwîstiya dîtina rêyeke şareseriyê bo rewşa aloza Suriyeyê kir.
Top