Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Şandekî Yekîtiya Zanîngehên Erebî kir
Li hevdîtinê de ku Dr. Ehmed Dizeyî Serokê Zanîngeha Selahedîn amade bû, Serokê Yekîtiya Zanîngehên Erebî mebesta serdana xwe ya Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê pêşkêş kir ku ji nêzîk ve agahdarbûna li amadebaşiya Zanîngeha Selahedînê ya ji bo Kongreya salaneya Serokên Zanîngehên Erebî ku biryare sala pêş de li meha adarê li jêr çavdêriya Serok Barzanî li Hewlêrê bête saz kirin. Serokê şandê ragihand ku li ser asta cîhanê ev kongre festîvalekî akademiya mezin dibê û hemû Yekîtiyên Zanîngehên Cîhanî amade dibin û behsa beşdariya şandê ya li konferansa Yekîtiya Zanîngehên Cîhanî kir ku li Zanîngeha Dihok birêveçû û her wiha serdana xwe ya Zanîngeha Zaxo ya bi mebesta bi endambûna li Yekîtiya Zanîngehên Erebî kir ku heta niha 260 Zanîngehên ser bi 22 welatên Erebî li xwe digre.
Serok Barzanî ji bilî xweşhalî derbirîna li sazkirina vê festîvala zanistî û akademiya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ragihand ku zanîngehên Herêma Kurdistanê pêwîste pêwendiyên xwe yên li gel vê yekîtiyê pêş bixin û amadehiya Herêma Kurdistanê jî li pêşkêşkirina hêsankariyên pêwîst yên li ser xistina vê kongreyê da derbirî.
