• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Eşaîrî û Akademiya parêzgehên Basra û Zîqar û Mîsanê kir

Gulan Media December 19, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Eşaîrî û Akademiya parêzgehên Basra û Zîqar û Mîsanê kir
Duh sêşem 18/12/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya şandekî Eşaîrî û Akademiya parêzgehên Basra û Zîqar û Mîsan ya bi Serokayetiya Şêx Mihemed El Denbus Emîndarê Giştî yê Encumena (Eşair Eltehrir û Elbinai) li Başûr kir.

Li hevdîtinê de, Şêx Mihemed El Denbus Emîndarê Giştî yê Encumenê bi navê Eşaîrên Başûr û Firata navîn destpêşxeriyekî pêşkêşî Serok Barzanî kir ji bo dawî anîna bi kêşeyên navbera Hewlêr û Bexda û dilniya kirina Serok Barzanî ku wan Eşîretan eger rû bide bi tu awayekî beşdarî li gengeşeya neteweyî nakin û bi tundî jî dijî van cûre gengeşeyan radiwestin.

Serok Barzanî ji bilî destxweşî li destpêşxeriyê û helwesta camêraneya wan eşîretan tekez li wê yekê kir ku Herêm li gel hemû destpêşxeriyek da ye ku dawî bi kêşe û gîr û giriftên Iraqê bîne û bi erênî jî li gel wan da tevdigere û hemû hewlek jî ji bo wê yekê didin ku li rêya aştî û diyalog û guftûgoyan bi ciddî çareseriya wan kêşe û gîr û giriftan bikin ew jî bi pişt bestina bi destûr û hemû birgeyên peymanên siyasiyên navbera hêz û aliyê siyasiyên Iraqê li xwe digre û bi hemû awayek jî gengeşeya neteweyiya li Iraqê retkir û bi hêla sor da zanîn.
Top