• Monday, 09 February 2026
logo

Yekîtiya Siyasî ya Demokrata Kurd-Sûriye tê ragihandin

Gulan Media December 16, 2012 Nûçe
Yekîtiya Siyasî ya Demokrata Kurd-Sûriye tê ragihandin
Çar partiyên rojavayê Kurdistanê bi armanca nêzî hev bibin û damezirandina partiyekî hevgirtî, damezirandina ‘Yekîtiya Siyasî ya Demokrata Kurd-Sûriye’ ragihandin.

Îro (15.12.12) Partiya Demokrata Kurd li Sûriye (el-Partî), Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê û herdu partiyê Azadî ya Kurd li Sûriyê di civînekî hevbeş a li Qamişloyê dirûstkirina Yekîtiya Siyasî ya Demokrata Kurd-Sûriye ragihandin.

Endamê serkirdayeitya Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê Dr. Kawe Ezîzî di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Ev yekitî bi armanca damezirandina partiyekî hevgirtî ya navbera 4 partiyan de pêkhatiye. Em hêvîdarin ku bi vê rêyê pirsgirêka pir hizbî ya li rojavayê Kurdistanê heta astekê çareser bikin.” Ezîzî wiha got: “Biryare piştî 2-3 mehên damezirandina vê yekîtiyê, her çar partî beşdarî hev bibin û partiyekî hevgirtî damezirînin.”

Her 4 partî endamên damezerîner ên Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ne ku ji 16 partiyên rojavayê Kurdistanê pêkhatiye.

Dr. Kawe derbarê rolê her çar partiyan di ENKS’ê de û piştî ragihandina vê yekîtiya siyasî, wiha got: “Ev yekîtiya siyasî bi temamî girêdayî biryarên ENKS’ê ye. Neku em ji wê encûmenê venakişîn, belkî emê ji îro û pêde bi awayekî bi bandor û bihêztir beşdarî ENKS’ê bibin.”

Niha nêzî 20 partî û rêxistinên siyasî yên rojavayê Kurdistanê di nava ENKS û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) de xebatê dikin. Wekî Dr. Kawe Ezîzî dibêje: “Rêjeya zêde ya partiyên siyasî yek ji xalên lewaz ên xebata siyasî ya rojavayê Kurdistanê ye.”

El-Partî kevintirîn partiya rojavayê Kurdistanê ye û li sala 1957’an hatiye damezirandin. Di sala 1969 û 1971’an ji ber pirsgirêkên navxweyî parçe bû. Niha bi heman navî 2 partiyên din li rojavayê Kurdistanê hene.

Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê li sala 2000’an û Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê jî sala 2005’an hatiye damezirandin.

Xendan
Top