Pêleke Baran û berfbarînê dê H.Kurdistanê vebigre
Rêveberê seqanasî û erdhejê yê Herêma Kurdistanê Dara Hesen di daxuyaniyekê de bo malpera Xendan ragihand ku, pêlên baranbarînê ji roja Dûşem a dahatî ve (17.12.2012) dê tevaya bajarên herêmê vebigere ku dê heya roja 20 wê heyvê berdewam bibe.
Rêveberê seqanasî û erdhejê yê Herêma Kurdistanê Dara Hesen diyar kir ku tê çavrê kirin ku Berf li nava bajaran bibare û li deverên çiyayî jî pileya germayê dakeve bin Sifrê.
Xendan
